🎧 Mehmet Alî Ertaş | Di Bin Zextan de Rojnamegerî Çawa TêKirin?
Di vê beşapodcastê de, bi moderatoriya Mîna Acer, mêvanê me rojnameger Mehmet Alî Ertaş e.
Di vê gotûbêjê de, Mehmet Alî Ertaş li ser rojnamegeriya Kurdî, zextên liser medyayê û têkoşîna heqîqetê diaxive.
Di bin zextan de rojnamegerî çawa têkirin? Rojnamegeriya Kurdî bi çi zehmetî û astengiyan re rû bi rû dimîne?Zimanê Kurdî di medyayê de di kîjan astê de ye?
Di gotûbêjê de, mijarên azadiyaçapemeniyê, mafê agahîgirtinê, cihê zimanê Kurdî di medyayê de û rolarojnamegeran di gihandina heqîqetê bi civakê re tên nîqaşkirin.
Bi perspektîfa “Dengê Heqîqetê BêdengNabe”, Mehmet Alî Ertaşnêrînên xwe li ser rojnamegeriya Kurdî û têkoşînaji bo azadiya çapemeniyê parve dike.
🎙️ Guhdarî vê beşa taybet bibin û nêrînên Mehmet AlîErtaş li ser rojnamegerî, ziman, azadiyaçapemeniyê û têkoşîna heqîqetê bibihîzin.
26 Sept 2026
Kûrahiya Diwana Melayê Cizîrî
SPOTİFY SPOT
🎧 Kerîm Ozcan | Eşqa Xudayî û Hunera Helbestê
Di vê beşa podcastê de, bi moderatoriya Mîna Acer, mêvanê me rojnameger Kerîm Ozcan e.
Di vê gotûbêjê de, Kerîm Ozcan li ser eşqa xudayî û hunera helbestê: Kûrahiya Dîwana Melayê Cizîrî diaxive.
Eşqa xudayî di helbestên Melayê Cizîrî de çawa tê vegotin? Felsefe û tesewif di ramana wî de çi cih digirin? Berhemên wî çawa ji roja wî heta roja me gihîştine û di wêjeya Kurdî de çi mîrasek hiştine?
Kerîm Ozcan her weha li ser tesewifa Kurdistanî ya Melayê Cizîrî û têkiliya di navbera eşq, felsefe û hunera helbestê de nêrînên xwe parve dike.
🎙️ Guhdarî vê beşa taybet bibin û kûrahiya Dîwana Melayê Cizîrî ji nêrîna Kerîm Ozcan bibihîzin.
14 Sept 2026
Mîrê Felsefe û Eşqê: Meleyê Cizîrî
SPOTİFY SPOT
Kerîm Ozcan | Melayê Cizîrî, Felsefe û Eşq
🎧 Kerîm Ozcan | Melayê Cizîrî, Felsefe û Eşq
Di vê beşa podcastê de, bi moderatoriya Mîna Acer, mêvanê me rojnameger Kerîm Ozcan e.
Kerîm Ozcan li ser Melayê Cizîrî, yek ji navên girîng ên wêjeya klasîk a Kurdî, diaxive. Di gotûbêjê de, jiyan û helbestên Melayê Cizîrî, felsefe, eşq û tesewifa di berhemên wî de tên nîqaşkirin.
Melayê Cizîrî kî ye? Felsefe û eşq di helbestên wî de çi cih digirin? Tesewifa wî çawa tê xwendin?
Kerîm Ozcan nêrînên xwe li ser van pirsan û mîrasa ku Melayê Cizîrî di wêjeya Kurdî de hiştiye parve dike.
🎙️ Guhdarî vê beşa taybet bibin û li ser helbest, felsefe, eşq û tesewifa Melayê Cizîrî bêtir bizanin.
29 Aug 2026
Çavê Kamerayê û Sînemaya Kurdî
🎧 Metîn Ewr | Tîbûneke Sînemaya Kurdî Heye
Di vê beşa podcastê de, bi moderatoriya Mîna Acer, mêvanê me Sînemager Metîn Ewr e.
Metîn Ewr ji çîroka destpêka rêwîtiya xwe ya sînemayê bi Ax û Jiyan vedibêje û li ser rewşa sînemaya Kurdî nirxandinên xwe parve dike.
Di gotûbêjê de; ziman, estetîk, afirînerî, şert û mercên cuda yên li çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê, parçekirîbûna sînemaya Kurdî û zehmetiyên gihandina berheman bi temaşegeran tên nîqaşkirin.
Metîn Ewr her weha behsa projeyên xwe yên nû dike û li ser senaryoya Ferhenga Welat, ku niha li ser dixebite, agahiyan parve dike.
🎙️ Guhdarî vê gotûbêjê bibin û çîroka Metîn Ewr û nêrînên wî li ser îro û paşeroja sînemaya Kurdî bibihîzin.
8 Aug 2026
Ziman, Nasname û Berpirsiyariya Nifşan
🎧 Cemile Turhalli | Ziman, Nasname û Berpirsiyariya Nifşan
Di vê beşa podcastê de, bi moderatoriya Mina Acer, mêvana me Cemile Turhalli ye.
Di vê gotûbêjê de, Cemile Turhalli li ser zimanê zikmakî, asîmîlasyon û têkiliya ziman bi nasnameya mirovan re diaxive. Li gorî wê, ziman ne tenê amûrek ji bo axaftinê ye; ew bingeha hişmendî, hest, çand û hebûna civakê ye.
Her weha, ew balê dikişîne ser rola jinan wekî afirîner û parêzvanên çandê, û cihê ciwanan di veguhastina ziman û nirxan de. Di gotûbêjê de her wiha mijarên parastina Zazakî, mafên zimanî û mafên xwezayî yên mirovan jî tên nîqaşkirin.
🎙️ Guhdarî vê beşa taybet bibin û nêrînên Cemile Turhalli li ser ziman, çand, nasname û paşeroja Zazakî bibihîzin.
25 Jul 2026
Mafên Mirovan û Şikestina Derûnî ya Ziman
🎧 Berîtan Guneş Altın | Qedexeya Ziman û Birîna Reş
Di vê beşa podcastê de, bi moderatoriya Mîna Acer, mêvana me Parlamentera DEM Partiyê Berîtan Guneş Altİn e.
Di gotûbêjê de, Berîtan Guneş Altın li ser bandora qedexeyên zimanê Kurdî, asîmîlasyon û têkiliya ziman bi nasnameya mirovan re diaxive. Li gorî wê, ziman ne tenê amûrek ji bo axaftinê ye; ew bingeha hişmendî, hest, çand û hebûna civakê ye.
Her weha, ew behsa bandora qedexeyên ziman li ser zarok, malbat û nifşan dike û nêrîna xwe li ser parastin û pêşxistina zimanê Kurdî parve dike.
🎙️ Guhdarî vê gotûbêja taybet bibin û nêrînên Berîtan Guneş Altın li ser ziman, nasname û berxwedanê bibihîzin.
🎧 Li Spotifyê guhdarî vê beşa nû bikin.#Spotify #Podcast #MînaAcer #RûçemVefaElyakut #ZimanêKurdî
4 Jul 2026
Zimanê Zindî, Hafizeya Bajêr
🎙️ Beşa nû ya Podcastê
Di vê beşê de, bi moderatoriya Mîna Acer û mêvaniya Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Vefa Elyakut, li ser rewşa zimanê Kurdî di mal, kolan û jiyana rojane de nîqaşek kûr tê kirin.
Zimanê dayikê çima di malê de asê dimîne?
Rola jinan di parastin û pêşxistina zimanê Kurdî de çi ye?
Û em çawa dikarin zimanê xwe ji malê derxînin nav jiyana civakî?
🎧 Li Spotifyê guhdarî vê beşa nû bikin.
#Spotify #Podcast #MînaAcer #RûçemVefaElyakut #ZimanêKurdî
20 Jun 2026
Perde Vedibe: Şanoya Kurdî Ji Ku Ber bi Ku Ve?
Şanoya kurdan jî wekî qedera wan li sirgûniyê pêş ket. Ji ber ku rewşenbîrên kurdan her tim sirgûn bûn. Rewşenbîrên kurdan çûne ku çand, huner û şanoya xwe jî birine wir û li wir pêş xistin. Apê Mûsa di girtîgehê de Birîna Reş nivîsî. Kurdan li Sovyetê çand û hunera xwe pêş xistin. Di Radyoya Erîvanê de Şanoya bi deng pêş xistin. Di Cemiyeta Kurdan a Stenbolê de rewşenbîr pir bûn. Rewşenbîrên Kurd li Stenbolê şanoya Memê Alan nûjen kirin. Salên 1990î ji bo kurdan salên pir dijwar û bi êş bûn. Di van salan de li Stenbolê Teatra Jiyana Nû ava kirin. Teatra Jiyana nû bêtir şanoya Ajît-Prob pêş xist. Bêtir tarza şanoya gerîla bû. Li taxan lîstikên xwe dilîstin û diçûn. Ji ber ku jiyana kurdan her tim bi êş e, şanoya kurdan bêtir polîtîk e.
6 Jun 2026
Sirra Dengê Miradê Kinê: Çima Heta Îro Tê Guhdarkirin?
Jan Axîn li ser Miradê Kinê û stranên wî axivî:
Cihê Miradê Kinê di muzîka Kurdî de gelek gelek mezin e. Medi nava xwe de navê wî danîbû Beethovenêherêma Mêrdînê. Dema Stranan dibêje, di mejiyê xwe de stranên nû yên dinçêdike. Di dema qeyd zahmet bû, Miradê Kinê stranên xwe di hişê xwe de qeyddikir. Di muzîkê de gelek gelek serkeftî bû. Miradê Kinê hinekî bajarî bû. Hunermendên klasîk tev gelek berhemançêdikin. Hemû hunera wan ji dil in. Ji dil hunerê çêdikin. Hunermendên kumuzîka xwe ji dil çênekin di çalê de dimînin.
23 May 2026
Ji Klasîkê Heta Rockê: Rêçûna Jan Axîn a di Nav Notayan de
Eger berhemek emrê wê kêm be ew ne huner e. Divê emrêberhemê dirêj be.
Hunermend Jan Axîn li ser Roka Kurdî dibêje; “Di dema min deRoka Kurdî ne pêşketî bû. Wê demê Koma Wetan wekî Ekoloke Roka Kurdî bû ji bome. Min hin kes û komên biyanî guhdarkirin û wan bandor li min kir. Di muzîkê de şêwazekî muxalif hebû. Ew muxalifîbi min re jî heye. Min jê hez kir û det pê kir.”
Jan Axîn destnişan dike ku armanca wî ji bo ciwanan bîrekê çêkeû wiha dinirxîne: “Armanca min ew e ku ji bo ciwanên kurd arîveke Roka Kurdîbihêlim û ciwan ji vê yekê sûdê bigirin.Gelek hunermend dixwazin zû populer bibin. Bi hin berhemên populer dixwazin xwebilind bikin. Lê muzîk ne tenê deng û awazê xweş e. Gelek ekol hene dengê wannexweş e. Lê tarz û berhemên wan dewlemen e.”
Jan axîn bibîr dixe ku eger stranek û stranbêjek di salekêde hat ji bîr kirin, wê demê ew ne huner e.
14 May 2026
Xeleka Dişkê: Çima Zarok Bi Kurdî Naaxivin?
Kovara Hawarê hafiza, hewldan û berxwedanekê tîne bîra me. Ji bo îro ji me re bû bingeh. Dema îro em li rewşa zimanî dinerin, bi taybetî ji bo bakurê Kurdistanê fikar jî bi me re çêdibin. Ji ber statuya kurdî li bakur nîne. Ziman di aliyê transferê de wekî berê ji mezinan derbasî zarokan nabe. Asîmilasyon û polîtikayên asîmîlasyonê wekî polîtîkayên sed salî didomin. Encana wê ya nayînî li ber çavan e.
7 Mar 2026
Jin û Ziman
Di parastina zimanê zikmakî de rola jinan pir giring e. Sed sal in li ser kurdan polîtîkayên bişaftinê tê meşandin. Ji bo ziman tune bikin di serî de dixwazin jinan ji ziman û çandê dûr bixin. Lê jinan wekî her qadên jiyanê di aliyê parastina ziman de jî li ber xwe daye. Dayikan her dem bi vegotina çîrokan a ji zarokan re ziman parastiye.
11 Feb 2026
Jiyan Performans e
Hunermend Hêja Netirk jiyanê wekî performansê pênase dike. Destnîşan dike ku jiyan di nava hunerê de tiştekî nû li paşxaneya kurdî zêde dike û dibêje: “Serhildan estetîk e. Estetika serhildanê heye. Ez jineke serhildêr im. Em sînoran qebûl nakin. Kurdistan kirine çar parçe. Sînor neqebûlkirin parçeyeke hebûna me ye. Du hunera min de bertek heye. Berteka li dijî sînoran heye. Dema li ser dikê stranên ‘Kîne em’ û “Li Mêrdînê li Bagokê’ dibêjim’ ez navbênkariyê dikim. Wan rave dikim. Kê gotiye? Çima hatine gotin?...”
26 Jan 2026
Di tenduristiyê de rista ziman
Di teşhîskirina nexweşiyê û dermankirina nexweşan de zimanê dayikê pir girîng e. Ziman amûra ragihandina di navbera nexweş û bijîşk de. Ji bo bijîşk nexweşiyê nas bike û teşhîs bike ziman girîng e. Ku zimanê ragihandinê biyanî be, nexweş, xwe bêkes û xerîb hîs dike û nikare nexweşiya xwe bîne ziman. Dema teşhîs şaş e, tedawî jî şaş dibe û derman jî şaş dibe. Ji bo wê ziman gelek girîng e.
Reach and audience
Public platform figures. Ratings count people who left a rating, not total listeners.
Spotify
5.0 / 5
1 ratings
Host of Hunera Ziman?
Claim your podcast to manage its listing and keep your show details accurate.
Pod Engine is an independent podcast discovery and analytics service and is not affiliated with or endorsed by this podcast. Artwork and show content belong to their owners. Full legal notice.
Explore this show Podcast research with Pod Engine