Bi Dîlan Şewqî re li ser pirtûka Hevdîtina Pêximberan
Di vê beşa Nûbihar Podcastê de em bi nivîskar Dîlan Şewqî re li ser pirtûka wê ya bi navê Hevdîtina Pêximberan û li ser mijarên bi helbestê ve girêdayî axivîn.
30 Jul 2025
Mijarên Zargotina Kurdî - Şemoyê Memê
Şemoyê Memê bi salan e li ser folklara Kurdî xebatên xwe dimeşîne. 2024an de ev xebat bi berhemeke bi navê “Heft, Hesp, Teyr, Ruh, Av û Agir Deh Mijar Ji Zargotina Kurdî” li hev civiyan û ji Nûbiharê çap bû. Nimûneyên destanî, mîtolojik, çîrokî, olî herwisa nimûneyên ajalên taybet yên ku çîrok û destan û baweriyên Kurdan xemilandine, bûne mijara vê xebatê.Şemoyê Memê di sala 1979an de, li herêma Xoçvanê, gundê Omeraxa ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Îzmîtê kuta kiriye. Di sala 2000î de zanîngeha Stenbolê beşa Sosyolojiyê qedandiye. Gelek salan li saziyên sivîl xwebexş dersên Kurdî daye. Li ser zargotin, çand, bawerî û kevneşopiyên Kurdî gelek gotar nivîsîne û xebatên xwe didomîne. Mamoste ye û endamê çend saziyên sivîl e. Zewîciye û bavê du zarokan e.Aziz Tekin, li Zanîngeha Marmara Fakulteya Ragihandinê beşa Rojnamegeriyê xwend. Li Zanîngeha Arelê di beşa Xebatên Çandî de master kir. Di bin banê hin saziyan de karê rojnamegeriyê kir. 4 sal li Weşanên Weqfa İsmail Beşikci xebitî. Li Weşanxaneya Nûbiharê karê Koordînatiriya Weşanxaneyê birêve dibe.
26 Jul 2025
Nurettin Beltekin'le Said Elçi, Bir Misyon Bir Lider kitabı üzerine
Nûbihar Podcast'in bu bölümünde Nurettin Beltekin'le Nûbihar Yayınları'nca basılan Said Elçi, Bir Misyon Bir Lider kitabı üzerine konuştuk.
23 Jul 2025
Li dor berhemên Mem Med Çîroknûsî û Mîzah - Mem Med - Rêbîn Ozmen
Mem Med li kêleka helbestên xwe çîrokan û çîrokên mîzahî jî dinivîse. Ji van berheman; Kenê Miriyan Gunehê Guran û Kevirê Selîm mînakên serkeftî ne. Di vê çalakiyê de li dor berhemên Mem Med çîroknûsî û mîzah were axaftin.Mem Med, li Bazîdê hatiye dinê. Li Stenbolê dijî û parêzer e. Heta niha gelek helbest û nivîsên wî di kovarên wekî Nûbihar, Tîroj, Çirûsk, Jehr û Kürt Tarihi de hatine weşandin.Berhemên wî:-Esmera, Helbest, bi Tirkî, Artshop, 2010-Berdin Bila Tarî Be, Helbest, Nûbihar, 2012-Janistan, Helbest, Nûbihar, 2014-Kenê Miriyan Gunehê Guran, Çîrok, Nûbihar, 2019-Kevirê Selîm, Çîrok, Nûbihar, 2022Rêbîn Ozmen: Wergêr û êdîtor e. Salên dirêj bo dûblajê gelek fîlm wergêrandin û di dûblaja wan de cih girt. Herwiha ji bo televîzyonan gelek bernameyên aktûel çêkirin, pêşkêşvanî kir. Edîtoriya kitêbên kurdî û tirkî kir. Niha jî wekî rojnameger û edîtor kar dike û herwiha li Stenbolê Medya Kitabevi bi rê ve dibe.
11 Jul 2025
Bi İbrahim Bulak re li ser berhema Zirprensê Kurd Kakelo û lihevanîna çîrokan
Di vê beşa podcastê de Welat Ramînazad li gel nivîskar İbrahim Bulak, li ser xebata wî ya bi nava Kakelo Batıda Sahte Bir Kürt Prensi ku ji Nûbiharê derketibû sohbet kir. Paşxana Kakelo, hişmendiya kurdperwerî, lihevananîna çîrokan, Kurd û bajar, kesayetî û karektera Zirprensê Kurd Kakelo bû mijara sohbetê.
4 Feb 2023
Tahir Baykuşak’la “Süleymaniye’den İstanbul’a Bir Kürt Aydını Emin Feyzi Bey’in Hatıraları” kitabı üzerine
Nûbihar Podcast'in bu bölümünde Kürdoloji Çalışmaları Grubu'nun yayına hazırladığı ve Nûbihar Yayınları'ndan çıkan Süleymaniye’den İstanbul’a Bir Kürt Aydını Emin Feyzi Bey’in Hatıraları adlı kitap hakkında Kürdoloji Çalışmaları Grubu'ndan Tahir Baykuşak'la konuştuk.
22 Nov 2022
Bi Dr. Tekin Çifçi re li ser berhema Hekîmtiya Kurmancî
Di vê beşa Nûbihar Podcastê de em bi nivîskar û akademîsyen Dr. Tekin Çifçi re li ser berhema wî ya nû ji Nûbiharê derketî axivîn.
15 Sept 2022
Bi Huseyn Zana re li ser edîtoriyê û klasîkên Kurdî
Bi Huseyn Zana re li ser edîtoriyê û klasîkên Kurdî
7 Sept 2022
Bi Nîhatê Hecî Şakir ra li ser zeman, ciwanî, nivîsandin û nivîskariyê
Di vê beşa Nûbihar Podcast da em li dor berhema Sal Mîna Bawişkan Derbas Dibin bi nivîskarê wî Nîhatê Hecî Şakir ra axivîn.
31 Aug 2022
Gerînendeyê Giştî yê Nûbiharê Süleyman Çevik behsa serpêhatî û xebatên xwe dike
Di beşa yekem ya Nûbihar Podcastê de Süleyman Çevik dibe mêhvan.
Fotograf: İsa Örken
29 Aug 2022
Nûbihar Podcast destpêk
Ji niha pêva, li ser Nûbihar Podcastê emê bi nivîskar, wergêr û edîtorên weşanxaneya me ra biaxivin. Her wiha çi kesên bi weşangerî, çand, huner û edebiyatê ra eleqedar in dê bibin mêhvanên me.
Hûn dikarin li ser platformên podcastan, youtube û malpera me nubihar.comê goh bidin me.
Ji bo niha bimînin di xweşiyê da.
Contact Nûbihar Podcast
Guest appearances
Books guests
Based on episode analysis; this does not confirm that the show is currently accepting guests.
Host of Nûbihar Podcast?
Claim your podcast to manage its listing and keep your show details accurate.
Pod Engine is an independent podcast discovery and analytics service and is not affiliated with or endorsed by this podcast. Artwork and show content belong to their owners. Full legal notice.
Explore this show Podcast research with Pod Engine