Peyamnêrên me raporên herî dawî tînin ber destê we. Hatice Kamer ji Amedê û Ehmed Xefûr ji Hewlêrê, çîrok, hevpeyvîn û raporên çandî ji Herêma Kurdistanê û ji deverên kurdan li Tirkiyê pêşkêş dikin. Pir caran, ev materyal ji hêla vegotinên sereke ve têne paşguh kirin.
COP31, 31emîn Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ye ku ji 9 - 20 Mijdara 2026an de li Antalyaya Tirkiyê cî digire. Australya, wekî Seroka Danûstandinan, xwedî roleke girîng e û bi Tirkiye û welatên Pasîfîkê re dixebite da ku çareseriyan ji bo pirsgirêkên wekî bilindbûna asta deryayan û diyardeyên hewayî yên tund peyda bike. Her wiha, Australya parêzvaniya gavên xurtir ên têkildarî avhewayê û piştgiriya zêdetir ji bo welatên ku herî zêde di bin metirsiyê de ne dike. Zêdetir derbarê mijarê di raporta Hatice Kamer de heye.
#sbsaudiopodcast
11 Nov 2026
Liheya Hewlêrê kolanên bajêr di bin avê de hiştin û xem ji welatiyan re çêkir
Liheya li Hewlêrê, bi taybetî di demên baranên dijwar de, dibe pirsgirêkeke hawirdorî ya ku her ku diçe zêdetir dibe. Sîstêmên rêrewên kêm-kalîte û guherîna şêwazên hewayê, metirsiya liheyê zêde dikin; ev yek zirarê dide binesaziyê û bandorê li niştecihan dike. Di gotûbêjeke bi nûçegîhan Ehmed Xefûr ji Hewlêrê ew ji me re behsa rewşa herî dawî dike.
#sbsaudiopodcast
4 Nov 2026
Konferansa PENa Kurd li Amedê bi beşdariya serokê PENa Navnetewî pêk hat
Raporta Hatice Kamer ji Amedê vê hefteyê li ser Konferansa PENa Kurd e. Serokê PENa Navnetewî Burhan Sonmez digel gelek endamên PENê mêvanê bernameyê ne. Konfernas du rojan dewam dike. Serokê Pena Navnetewî Burhan Sonmez, Kurdê Anatolyaya Navîn e. Yek ji rêvebirê Pena Kurd Omer Fîdan jibo SBS Kurdî behsa giringiya konferansê dike.
#sbsaudiopodcast
Contact Raportên Peyamnêran
Guest appearances
Books guests
Based on episode analysis; this does not confirm that the show is currently accepting guests.
Host of Raportên Peyamnêran?
Claim your podcast to manage its listing and keep your show details accurate.
Pod Engine is an independent podcast discovery and analytics service and is not affiliated with or endorsed by this podcast. Artwork and show content belong to their owners. Full legal notice.
Explore this show Podcast research with Pod Engine