Podcast thumbnail for Têgehiştin

Têgehiştin

Claim This Podcast

by Bilal Akpınar

6 episodes
Updated Daily
Accepts GuestsHas Sponsors

Podcast Overview

Têgehiştin: Cîhanê bi kûrayî nas bikin. Bi xêr hatin bo kanala Têgehiştin. Em li vir li ser mijarên ku cîhana me diguherînin hûr dibin. Ji pêşketinên teknolojiyê û sirên zanistê heta rûpelên kûr ên dîrokê, em hewl didin mijarên herî tevlîhev bi rengekî sade û bi çîrokbêjiyeke kûr şirove bikin. Armanca me ne tenê agahdarkirin e, lê belê afirandina "têgehiştineke" nû ye li ser bûyerên ku bandorê li jiyana me dikin.

Language

Publishing Since

1/8/2026

Reach the team behind Têgehiştin

Verified contact details for this show aren't on file yet — sign up to get notified when they land.

Recent Episodes

Episode thumbnail for Xewna Sor: Dîrok, Sira Gerdûnê û Sînorên Jiyana li Marsê

July 11, 2026

Xewna Sor: Dîrok, Sira Gerdûnê û Sînorên Jiyana li Marsê

Di vê beşa podcasta 'Têgehiştin' de, em berê xwe didin gerstêrka cîran, Marsê. Ji çavdêriyên mirovên berê yên berî 4 hezar salan heta sedsala 21an û planên Elon Musk ên avakirina bajarekî bi milyonek mirovî... Jiyan li ser vê gerstêrka sar û bi toz dê çawa be? Sîstema oksîjenê, kêşeya avê û rûniştina rojê ya şîn... Tevlî rêwîtiya me ya zanistî û dîrokî bibin!

Episode thumbnail for Zayîna Nû ya Zimanê Kurdî û Ronahiya Hawara Mîr Celadet | Beşa 5êmîn

May 14, 2026

Zayîna Nû ya Zimanê Kurdî û Ronahiya Hawara Mîr Celadet | Beşa 5êmîn

Di beşa 5emîn a podcasta Têgehiştinê de, em berê xwe didin Şama rengîn, sala 1932yê. Em çîroka kovareke wusa vedibêjin ku ji kaxez û murekebê wêdetir, bûye mîlada alfabeya me û nasnameya me ya nûjen: Kovara Hawar.

Di vê beşê de hûn ê li van xalên girîng guhdar bikin:

Dîroka Hawarê: Mîr Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî çawa di 15ê Gulana 1932yê de bingehê şoreşeke çandî avêtin?

Dibistana Hawarê: Kîjan ronakbîrên kurd (wek Cegerxwîn, Osman Sebrî û Rewşen Bedirxan) di bin sîwana vê kovarê de bûn yek?

Deklarasyona Mîr: Armanc, awayê xebatê û vîzyona Mîr Celadet ji bo zimanê kurdî çi bû? (Xwendina nivîsa orjînal a ji hejmara yekem).

Roja Zimanê Kurdî: Çima 15ê Gulanê ji bo me wek cejneke neteweyî ya ziman tê qebûlkirin?

Ev beş ji bo her kesê ku dixwaze koka zimanê xwe yê nivîskî û têkoşîna rewşenbîriya kurdî baştir nas bike, çavkaniyeke bêhempa ye.

Destpêk: Ber bi Salihiyeya Şamê ve.

Çîrok û Rola Dîrokî ya Kovara Hawarê.

Armanc û Awayê Xebatê: Dengê Mîr Celadet Alî Bedirxan.

Dawî û Bangawazî.

Ji bo hûn beşên me yên li ser teknolojî, zanist û wêjeyê ji dest nedin, bibin endamê kanala me û vê beşê bi hevalên xwe re parve bikin.

Ziman şerta heyînê a pêşîn e!

#Kurdî #Hawar #CeladetAlîBedirxan #Podcast #Têgehiştin #RojaZimanêKurdî #WêjeyaKurdî

🎧 Beşên Di Nav De (Timestamps):🔗 Me Bişopînin!

Episode thumbnail for 12ê Nîsanê | Roja Navneteweyî ya Geşta Esmanî ya Mirovan

April 11, 2026

12ê Nîsanê | Roja Navneteweyî ya Geşta Esmanî ya Mirovan

12ê Nîsanê ne tenê rojeke asayî ye di salnameyê de. Di cîhana zanist û siyaseta cîhanî de, ev roj xala "berê û paşê" ye. An jî  despekêkê. Ji sala 2011an û vir de, Neteweyên Yekbûyî vê rojê wekî Roja Navneteweyî ya Geşta Esmanî ya Mirovan pîroz dike.

Lê çima? Ji ber ku di vê rojê de, di sala 1961an de, asîman êdî ne banek bû, bû dergehek. Di nava 300,000 salên pêşketina mîrovahîyê de, cara yekem endamekî cureyê me ji dergûşa atmosferê derket. Ev ne tenê serkeftineke neteweyî bû; guhertineke bingehîn bû di pênaseya mirovbûnê de. Îro em li Mars û Heyvê wekî armanc dinêrin, lê bingehê wê rêyê di sibeheke biharê de li çola Qazaxistanê hat danîn.

--- Şerê Sar

Ji bo em grîngîya 12ê Nîsanê fêm bikin, divê em li alozîya salên 1950î binêrin. Cîhan bûbû du beş: Rojavaya Kapîtalîst bi serokatiya Amerîkayê, û Rojhilata Komunîst bi serokatiya Yekîtiya Sovyetê. Navê vê Şerê Sar bû, û "Xala Bilind" êdî ne mydanen şer bû. Ew "Orbît" (geroka dora dinyayê) bû.

--- Sputnîk

Sovyetê berê di sala 1957an de bi Sputnîkê cîhan matmayî hiştibû. Amerîkî di nava panîkê de bûn û bi milyaran dolar didan NASAyê. Pêşbazî êdî ne li ser kamerayan bû; li ser wê yekê bû ku kî dikare mirovekî zindî bişîne nava valahiya esman û ya herî girîng wî bi saxî vegerîne. Armanc zelal bû: nîşandana hêza teknolojîk û îsbatkirina "serkeftina" sîstema siyasî.-

Gava siyasetmedaran nîqaş dikirin, Sovyet li pîlotekî digeriyan. Wan ne zanyarek, lê lehengê ku xwedî rehên pola be dixwest. Li vir Yurî Alekseyevîç Gagarin derket ser dikê.

Gagarin di sala 1934an de li gundekî piçûk ê bi navê Klushino ji dayik bû. Jiyana wî ya destpêkê qet ne "kozmîk" bû; bavê wî marangoz û diya wî karkereke gundewarî bû. Di Şerê Cîhanî yê Duyem de, malbata wî di bin dagirkeriya Naziyan de êşên mezin dîtin.

Yurî kin bû tenê  metreyêk  û 57 santîmî drej bû. Lê ev yek ji bo kabîna teng a kapsula Vostokê bû avantajek. Lê ya ku dilê Sêwirînerê Mezin, Sergei Korolev girt, kesayetiya wî bû. Yurî kesekîaram, mutewazî û xwedî wî "kenê navdar" bû. Ew ken kû dîkarê odayekê ronî bîke. Ji nava Şeş pîloten herî baş e Sovyete "Şeşên Sovyetê"ew hat hilbijartin da ku rûbirûyê nenasîye bibe.

Saet 09:07, bi dema Moskowê. Gagarin di nava kapsula Vostok 1 de hatibû girêdan. Wî bi xwe kapsul "nefirand" her tişt otomatîk bû, ji ber ku bijîşkan nedizanî ka mejiyê mirov di bêkêşiyê (zero gravity) de dikare bixebite yan na.

Gava motorên roketa R-7 teqiyan, Gagarin ne sondên leşkerî yên fermî, lê tenê got: "Poyekhalî!" ango "Em çûn!"

Geşt tenê 108 qulekan ajot. Ew carekê li dora dinyayê gerîya. Gava di pencereya piçûk re li derve nêrî, wî xwarbûna dinyayê, xeta şîn a tenik a atmosferê û tariya mutleq a gerdûnê dît. Wî li ser bedewiya gerstêrka me got ku ew ji wir ve pir nazik û spehî xuya dike.

Vegera ser erdê wek çûne tirsnak bû. Beşa daketinê ji beşa motorê venêketîya  û kapsul di nava atmosferê de bi dînîtî li dora xwe zivirî. Mertalên germê sor bû û kîloya zextê (G-force) sîngê wî diperçiqand. Lê di bilindahiya 7 kîlometreyan de, Gagarin xwe ji kapsulê avêt û bi paraşûtê li zeviyeke gundewarî ya Rûsyayê danî. Kesên yekem ên ku ew dîtin, dapîrek û neviya wê bûn. Gagarin ji wan re got:

Yurî Gagarin di kêliyekê de bû îkoneke cîhanî. Wî wekî balyozê aştiyê li hemû cîhanê gerîya. Mixabin, hikûmeta Sovyetê firîna wî ya careke din qedexe kir, ji ber ku nediwestin "lehengê xwe yê zindî" bixin rîskê.

Gagarin di sala 1968an de di qezayeke balafirê de jiyana xwe ji dest da. Wî qet nedît ku mirov li ser Heyvê dimeşe. Lê îro, her gava ku roketek tê avêtin çi ya çînê be çi ya NASAyê be perçeyek ji wê wêrekiya sala 1961an hildigire. Em 12ê Nîsanê pîroz dikin, ne ji bo siyaseta Şerê Sar, lê ji bo wê kêliya ku me fêm kir: Dinya mala me ya hevpar e, û gerdûn paşeroja me ya hevpar ê

6 total episodes available

Deep-dive analytics for Têgehiştin

Frequently asked questions

Have a different question and can't find the answer you're looking for? Reach out to our support team by sending us an email and we'll get back to you as soon as we can.

What is Têgehiştin?

Têgehiştin: Cîhanê bi kûrayî nas bikin.

Bi xêr hatin bo kanala Têgehiştin. Em li vir li ser mijarên ku cîhana me diguherînin hûr dibin. Ji pêşketinên teknolojiyê û sirên zanistê heta rûpelên kûr ên dîrokê, em hewl didin mijarên herî tevlîhev bi rengekî sade û bi çîrokbêjiyeke kûr şirove bikin.

Armanca me ne tenê agahdarkirin e, lê belê afirandina "têgehiştineke" nû ye li ser bûyerên ku bandorê li jiyana me dikin.

How often does this podcast release new episodes?

This podcast updates daily.

Where can I listen to this podcast?

This podcast is available on 4 platforms including Apple Podcasts, Spotify, and more. You can also use the RSS feed directly.

Does this podcast accept guests?

No, this podcast does not typically feature guests.

Legal Disclaimer

Pod Engine is not affiliated with, endorsed by, or officially connected with any of the podcasts displayed on this platform. We operate independently as a podcast discovery and analytics service.

All podcast artwork, thumbnails, and content displayed on this page are the property of their respective owners and are protected by applicable copyright laws. This includes, but is not limited to, podcast cover art, episode artwork, show descriptions, episode titles, transcripts, audio snippets, and any other content originating from the podcast creators or their licensors.

We display this content under fair use principles and/or implied license for the purpose of podcast discovery, information, and commentary. We make no claim of ownership over any podcast content, artwork, or related materials shown on this platform. All trademarks, service marks, and trade names are the property of their respective owners.

While we strive to ensure all content usage is properly authorized, if you are a rights holder and believe your content is being used inappropriately or without proper authorization, please contact us immediately at hey@podengine.ai for prompt review and appropriate action, which may include content removal or proper attribution.

By accessing and using this platform, you acknowledge and agree to respect all applicable copyright laws and intellectual property rights of content owners. Any unauthorized reproduction, distribution, or commercial use of the content displayed on this platform is strictly prohibited.